Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl: Em ji Desteya Blind Derneketine

Hîn dezgehên Kurdî radigihînin ku Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê ji Desteya Bilind a Kurd paşve dikşînin, bi sedema ku 5 endamên Encumana Niştîmanî ya Kurd bêyî agahdarî û razîbûna wan bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re kom bûne.

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl bi zindî tev li bernameya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû û li ser van nûçeyan axifî.

Birêz Xelîl dibêje, ew ji Desteya Bilind a Kurd paşve nekişîne, lê ji tiştên ku çêbûne ne razî ne û vê gavê ligel 5 endamên desteyê di kombûnê de ne ku fem bikin çima bêyî wan civîneke wiha hatîye kirin.

Aldar Xelîl her wiha dibêje, piştî encama kombûnê evê agahîyên berfireh bidine bîra giştî.

Kerem kin guh bidine vê hevpeyvîna ligel birêz Xelîl bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Aldar_Xelil_RR