Tîma Amedspor Dîsa Rastê Êrîşan Hat

Amedspor

Tîma Fûtbolê Amedspor roja Şemiyê bi ya Sakaryaspor re matçek birêve bir.

Berpirsên tîmê hin vîdyo belavkirin û got lîstikvan û rêvebirê teknîkê rastî êrîş û dijûnan hatine.

Berpirsê Futbolê ya Kluba Amedsporê Osman Ocaklik destnîşankir beriya ku matç destpêbike li ser skorbordê dîmenên dema operasyona şerê Sûr û Cizîrê ya pevçûnan dane nîşandan.

Wî got bi wan dîmen û marşan alîgirên Sakaryasporê dirûşmên nîjadrperet li avêtine.

Di dema matçê de av, pere û tişt avêtine sehayê.

Birêz Ocaklik da xuyakirin alozî piştî matçê jî dewam kir.

Hun dikarin agahiyên zêdetir ya di aloziya maça Amedspor û Sakaryasporê de ji dengê Osman Ocaklik guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn