Amnesty International: Li Îraqê Girtîxaneyên Nepenî Hene

Amnesty International: Li Îraqê Girtîxaneyên Nepenî Hene

Komeleya mafên mirovan, Lêxweşbûna Navneteweyî anku Amnesty International, hikûmeta Îraqê xetabar dike û radigihîne ku zîndanên nepenî li Îraqê hene û girtî bi awakê sîstematîk dihêne azar û eşkence dan û zor li girtiyan dihête kirin ku şayetîyê (îfade) bidin û bi wan şayetîyan têne xetabar kirin.

Di raporteke de ku îro Sêşemê belav bû, Amnesty International ya navenda wê li Londonê, ragihand ku wezaretên navxwe û berevanî ya Îraqê çend girtîxaneyan birêve dibin, ku hindek ji wan nepenî ne û tê îdîa kirin, li wan girtîxaneyan xelk têne êşkence dan.

Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî red dike ku hikûmeta wî çi girtîngehên nepenî hebe.

Amnesty International radigihîne ku wan çend belgenameyên cûda kom kirîne li ser êşkencedanên girtîxaneyên Îraqê li çend salên vê dawiyê, ji wan destdirêjîya cinsî, gefa destdirêjîya cinsî, lêdan û kutan bi keybil û sonda û derînana neynokan û şikandina dest û pêyan.

Amnesty International her wiha radigihîne ku hêzên parastina Îraqî ewey sala 2004 ev cûrên êşkence li dijî zarok, jin û mêran bikar anîye, ku ew jî bûne sedema mirina bi dehan kesan.

Ew komela mafên mirovan radigehîne, ku nêzîkî 30.000 mêr û jin nuke li girtîxanên Îraqê ne û renge ku hêşta êşkence û mamelên xirab li gel girtîyan bihête kirin jiber ku hikûmet bi tiştên din mijûl e, wekî tun û tûjîya berdewam, binezasîyeke wêran, hejarî û xirabîya rewşa aborî.