15 Parlemantarên Siwîdê Nameya Nerazîbûnê ji Barzanî re Şand

15 Parlemantarên Siwîdê Nameya Nerazîbûnê ji Barzanî re Şand

15 endamên parlemanê Siwîdê nameyek jibo serokê herêma Kurdistana Îraqê Masûd Barzanî hinartîye û têda teqekirina li xwenîşadanên roja Pêncşem li bajarê Sulêmanîyê şermezar kirine û daxaz kirina berpisyarên wê rûdanê bên dadgehkirin. Cabar Emîn, endamê parlemanê Siwîdê ji Partîya Kesik êk ji wan kesa bû name morkirî. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka birêz Emîn got, raste herêma Kurdistanê cûdaye, lê eve rewayê nadet kûştin û birîndar kirina xwenîşanderan.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Cabar Emîn, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.