Kampêna Kitêbên Şewitandî yên Weşanxaneya Avestayê

Şewitandina Depoya kitêbên Weşanxana Avêsta

Depoya Weşanxaneya Avestayê ya li Amedê, çend roj berê ji aliyê hin kesên nediyar ve bi molotofan hat bû şewitandin. Bi hezaran kitêb şewitîn, herwiha gelek kitêb jî di dema vemirandina agir de jiber avê zirar dîtine.

Weşanxane niha dest bi kampeynekê kirîye û bi hezaran kitêbên şewitî ji xwendevanên xwe re weke diyarî dişîne.

Berpirsa weşanxaneyê li Amedê Songûl Keskîn Duraker ji Dengê Amerîkayê re li ser şewata depoyê û û kampeyna diyariya kitêbên şewitandî zanyariyan parvekir.

Wê got li depoyê ji 20 hezarî zêdetir kitêb hebûne, "Piştî şewatê xwendevanên me piştgiriyên gelek baş nîşanê me dan, xwestin kitêbên şewitandî bistînin, lê em naxwazin bifroşin, yên ku, bixwazin em dikarin ji wan re weke dîyarî bişînin."

Weşanxaneya Avestayê bi kitêbên Kurdî û lêkolînên liser Kurd û Kurdistanê tê naskirin, bi dêzayîn û kiwalîta herî baş ya çapa pirtûkan tê naskirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Şewitandina Depoya kitêbên Weşanxana Avêsta li Amedê