Şaban Amedî yan jî bi nave xwe yê din Şaban Biçimlî yek ji karsazên Kurd yên li Amerîka ye. Şaban Amedî ji navçeya Ferqîn(Sîlvan)ê ya Dîyarbekirê ye û berî 7 salan hatîye Amerîkayê.
Amedî vê gave li bajarê San Diego yê eyaleta California’yê dijî û xwedîyê firoşgeheke şîranîyê ya bi navê Sultan Baklava ye. Di dîkana xwe de Amedî, gelek şîranîyên wek baqlava, qadayif, kunefe, şobîyet, qurabîye difroşe ku bi xwe li dîkana xwe çêdike.
Di demeke kin de Sultan Baklava bûye cîyekî bi nav û deng li bajarê San Diego’yê û gelek Kurd, Tirk, Ereb, Asûrî, Ermenî û şîranîhezên din li wê derê kirîna xwe dikin.
Şaban Amedî dide zanîn ku ew di demeke kin de hazirî dike ku li kelêka Sultan Baklava’yê xwaringeheke nû veke û xwarinên Kurdî û herêmî pêşkêş bike.
Me jibo bernameya Kurd li Derve serêdana birêz Şaban Amedî kir û vê hevpeyvînê ligel wî pêk anî.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin”a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.