Başar Esed: Asteng li Pêş Çaksazîya Nînin lê Divê em Hizra Çawanîya wan bikîn

Başar Esed: Asteng li Pêş Çaksazîya Nînin lê Divê em Hizra Çawanîya wan bikîn

Serokê Sûrî Başar Esed gotarek ji bo parlenamê welatî xwend û got pirojeyek sebaret rewşa awarte ya nêzîkî 48 salan li Sûrîya heye jibo behis kirinê. Wî got jî asteng li pêş guherîn û çaksazîya nînin lê divê em hizra çawanîya wan bikîn û ne pirojekê biyanî bit liser Sûrîya bêt çespandin. Serok Esed got pîlana welatên dûr û nêzîk li dijî Sûriya gelek jîrane bû lê bijartina Sûrîya bixwe xeletîya wan bû. Di hevpeyvîna di gel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Muhemed Îsmaîl, endamê mrkteba sîyasî ya Partîya Demokrata Kurd li Sûrîya got, hikumetê bawerî bi kêşeyên miletên Sûrîya nîne, evca ew dê çawa wan kêşeyan çareser biket.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Muhemed Îsmaîl, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.