Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon 65emîn kombûna salane ya Civata Giştî vekir. Birêz Ban daxwaz ji welatên cîhanê kir ku bi hevre kar bikin jibo cîhaneke serfiraz û tenahtir û her wiha bê çekên navokî.
Birêz Ban îro Pêncşemê li New Yorkê gotarek pêşkeşî rêberên 162 welatên endam yên Neteweyên Yekbûyî kir. Wî got, jiber siyaseta desthiltdar ya vê gavê, ku wî wekî “zimanê rikeberî û nefret” binav kir, cûdabîrî û dûrketinên bê bingeh anîye nav gelên cîhanê. Ban Ki-moon got, rêka rastîn di nav dozen hevbeş yên nav civat û cîhanê ye.
Sekreterê Giştî her wiha got, di hemî kiryarên Neteweyên Yekbûyî de û taybetî jî, di mijara mafê mirovan de, mafê ti welatekî tune ye mafê hemwelatîyan binpê bike.
Di rûniştina îro ya kombûna salane de Serokê Amerîka Barack Obama û Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul jî peyîvîn. Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad û Serokomarê Îraqê Celal Talabanî jî li ber e îşev gotaran xwe pêşkêş bikin.