Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê got, ew di demeke nêzîk de li xwendingehan dersên Kurdî yên bijarte bidin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, zimanzan û nivîskar Baran Rizgar gotinên birêz Erdogan yên ser zimanê Kurdî dinirxîne.
Birêz Rizgar dibêje, zimanê Kurdî di navenda sîyaseta dewleta Tirkî de ye û dewlet ji 80 salan vir ve şerek li dijî ziman û nasnameya Kurdan dimeşîne.
Baran Rizgar rexne li Kurdan dike ku di daxwazên xwe de ne zelal in. Ew her wiha daxwaz ji sîyasetvanên Kurdan dike ku sîyaseteke hevbeş biafrînin û bi yekdengî daxwazên xwe raberî karbidestên dewletê bikin.
Guhdarên delal, jibo guhdarîya vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jorîn klîk bikin.
****
Her wiha dikarin bi malpera wî ya taybet, nivîs û lêkolênên birêz Rizgar bixwînin:
https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/