Barcelona û Manchester United li Washingtonê Bûn

Barcelona û Manchester United li Washingtonê Bûn

Du timên herî baş yên futbola cîhanê, FC Barcelona û Manchester United, di maçeke dostanê de, êvara Şemîyê li paytaxta Amerîkayê, Washingtonê derketin hemberî hev.

Bi awayekî rekor, 81 hezar û 807 hezkirên futbolê maça FC Barcelona û Manchester United temaşe kir. Gelek futbolhez ji eyalet û bajarên din jibo temaşekirina vê maça dîrokî hatine Washingtonê.

Lîstina ku li Stadyuma Fedeks Field hate kirin, 2 bi 1, bi serkeftina tîma Îngîlîz, Manchester United dawî bû.

Golên Manchester United’ê di deqîqaya 22’yan de ji Nani û di deqîqaya 76’an de ji Owen hatin. Gola Bacelona jî di deqîqaya 70’an de ji alîyê Thiago hate tomar kirin.

Wêne: Robîn Reşvan