Barzanî: Ayîndeyekî Geş Çaverê Peywendîyên Aburîyên Amerîka û Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî digel serokê Amerîkî Barak Obama û cêgirê wî Joe Biden û wezîra derve xanim Hilary Clinton kombû. Her çende kombûna Barzanî digel Obama li pişt dergehên daxistî bû lê karbidestên nêzîkî Barzanî dibêjin danûstandinên wan pitir liser rewşa Îraqê û herêmê bûn. Piştî wan kombûna Encûmenê Kardarîya Amerîka û Kurdistanê bi fermî Birêz Barzanî mêvankir. Li wê mêvandarîya bi amadebûna jimareka mezina Kurd û Amerîkîyan birêz Barzanî got, guman nîne ku ayîndeyekî zor geş çaverê peywendîyên aburîyên Amerîka û Kurdistanê dike.

Dexîl ê Şemo, ji Dengê Amerîka li mêvandarîyê amadebibû û ev raport amadekirîye. Jibo guhdarî kirina raportê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.