Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Enqerê didome. Do civîna yekê bi Serokê Sazîya Îstaxbarata Tirkîyê (MIT) Hakan Fidan re hat kirin.
Ev yek bû sedema nîqaşan ku hat îdia kirin Barzanî bi telekonferans bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re axifîye, lê, Barzanî ew îdia red kir.
Serokê Herêma Kurdistanê êvarê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan re li Qesra Sipî, bi Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re li Qesra Çankayayê hatin ba hev.
Di civîna bi Erdogan re têkîlîyên nav Tirkîye û Herêma Kurdistanê, pisrgirêkên herêmê, tekoşîna li hember DAIŞê û tekoşina Tirkîyê ya li hmeber PKKê hat nîqaş kirin.
Piştî Civinê, Serokwezirê Tirkîyê Ahmet Davutoglu got civina bi Mesud Barzanî re peyamek girîng bû ji her alîyan.
Serokwezîrê Tirkîyê Davutoglu derbarê krîza şandina hêzên Tirkîye bo Başika axifi.
“Hebûna me li Îraqêê jibo avakirina istiqarara herêmê ye ne jibo geşkirina alozîyê ye. Em naxwazin bibin cînarê DAIŞê. Jibo vê yeke jî divê Erbîl bihêz be. Jibo vê yeke jî emê bi her awayî piştigirîya Herêma Kurdistanê ya Îraqêê bikin. Emê di şerê terorê de bi her awayî alîkarîya we bikin.”
Ahmet Davutoglu da zanîn ji bo çareserkirina nakokîyên navbera Bexda û Enqerê, Serokê Daireya MÎTê Hakan Fîdan û Musteşarê Wezîrê Derve Feridun Sinirlîoglu roja Pêşemê dişinin Bexdayê.
Barzanî Îro ligel Wezirê Berevanîyê Îsmet Yilmaz Civinek Darxist
Hat îfade kirin li ser şerê DAIŞê û hevkarîya Kurdistan û Tirkîyê herwiha li ser kirîza Başikê jî hat gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî civina bi wezîr re bi rojnamevanan re jî preskonferansek lidar xist.
Wî got di civînan de li ser tekoşîna li hember DAIŞê bi berfirehî nîqaş kirine û bo hevkarîyê lihevkirine.
Barzanî îro bi serokên partîyên Kurd re jî dicive.
Civîna pêşî bi şanda HDPê re bû, lê di nav şandê de Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş cî negirt.
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di saet 16:00’da bi serokên partîyên Kurd re jî wê civînek taybet lidar dixe.
Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk jî beşdarê civînê ye. Wî jibo gohdarên Dengê Amerîka serdana Mesud Barzanî şîrove kir.
Mustafa Ozçelîk got “Cara yeke ye di civinek taybet de ala Kurdistanê tê danîn ev nîşaneya qebûlkirina dewletbûna Kurdistanê ye.”
Your browser doesn’t support HTML5
Barzani_HDP_KHF