Bayram Bozyel: Piştî Helbijartinan Partîyên Kurdan dê Konfiransek rêkxin

Bayram Bozyel: Piştî Helbijartinan Partîyên Kurdan dê Konfiransek rêkxin

ji bo bihêzkirina yekîtîya netewî, sê partîyên Kurd, Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR, Partiya Aştî û Demokrasîyê BDP û Partiya Beşdar û Demokrasîyê KADEP li Amed ê, Dîyarbekirê daxûyanîyek hevpişk dan. Daxuyanîya ku ji alîyê Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel ve hat xwendin, hat eşkerekirin ku her sê partî li ser heft xalan li hev kirine û ew dê bi hev re kar bikin.

Bayram Bozyel gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, piştî helbijartinan ewê konfiransekî rêkxin bo behis kirina karê bi hevra bo bi destve înana mafê destûrî yê Kurdan.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Bayram Bozyel, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.