Berbelave Bûna Bikaînana Beng û Mûxederan li Kurdistana Îranê

Berbelave Bûna Bikaînana Beng û Mûxederan li Kurdistana Îranê

Ji mêjeye dengê berbelave bûna bikaînana dermanên bêhuşkirinê di Kurdistana Îranê de heye û partîyên sîyasî yên Kurdan dibêjin, rijêma Îranê bi mebest alîkarî û bi sanahîkirina gehandina tilyak û wan renge dermana didet jibo têkdana civak û kesayetîya Kurdan û dûrxistina xortên Kurdan ji sîyasetê. Hinek çavdêr dibêjin ew dîyarde ne bi tenê li herêmên Kurdan heye, belkû li tevaya Îranê ye, lê raste ew bi mebest di gihe yan heta çendê ew karî diket ser civaka Kurdî, eve naverokê bernama Mêzgird e ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka.

Rojnamevan Masud Kurdpûr ji Kurdistana Îranê, Rehîmî Reşîdî, endamê fîdrasyona rojnamevanên nêvneteweyî ji Waşinton û Azad Hûsênzade, berpirsê komîteya Sazmanî Xebat li Siwîsra mêvanên Mêzgird bûn û bersiva pisyarên Dexîl ê Şemo dida ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka.

Jibo gûhdarî kirina Bernama Mêzgird ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, fayîlê dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wan şarezaya hebin, di valahîya xwarê de binivîse.