Li demekê de tinê çend heftî mane bo hilbijartinên parlimaniyên Tirkîyê li 12ê meha Şeş, kêşe û alozî li ser daxwazên kêmaniya Kurd li wî welatî bo berdestkirina mafên zêdetir bilind dibin.
Hewlên hilbijartinê hevdem bûn ligel xwepêşandanên bi tundûtûjî û pevçûnan li navbera serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê ê û leşkerê Tirkîyê û girtina gelek kesan li Tirkîyê.
Lê Dorian Jones li Stenbolê raportek hinartiye dibêje, AK Partî ya desthilatdar pêgîr e bi hindê ku helwêstek tund li hemberî aloziyan hebe.
Dirêjiya wê raportê hevkar Kawe Kurmanc bas dike. Bo guhdarî kirina raportê li ser fayla dengî kilîk bike.