Bernivîsa Biryarekê bo Şermezar kirina Sûrîye li N.Y

Bernivîsa Biryarekê bo Şermezar kirina Sûrîye li N.Y

Welatên Ewropî yên desthelatdar di Civata Tenahîya Netewên Yekgirtî de bernivîsa biryarekê pêşniyaz kirîye bo şermezar kirina Sûrîye jiber tundûtûjîyên wê li dijî xwepîşanderên bi aştî. Ev pêngava çend demjimêran bû piştî bi hizaran sivîl ji zora leşkerî revyayîn li deverên nêzîk sinûrê Tirkiye.

Britainîye, Frans, Elmanîye û Portûgal li kombûneka girtî ya Civata Tenahîya Netewên Yekgirtî li New York ê bernivîsa biryarê pêşniyaz kir. Diplomatên NY dibêjin, bernivîsa biryara nû ya bi piştevanîya Amerîka bi mebesta wergirtina piştevanî zêde tire ji pêşnîyazê re di Civatyê de.

Belê Nûnerê Rûsî li NY, Vitaly Churkin got , Moscow bernivîsê pesend naket eger handana dan û standina neket yan alîkarîya dawî hatina tundûtûjîyan neket.

Bernivîsa biryara pêşniyaz kirî daxwaza dawî înana demlidest ya tundûtûjîyan diket, gihandina alîkarîyên mirovanê bo nav Sûrîye. Her wesa daxwazê ji hikumeta Sûrî dike heta pêngavên rast û dirûst pavêjit ji bo rîformên sîyasî. Dîplomat di bêjin Civat dê dengî liser bernivîsê bi det li dawî ya heftîyê.

Li heman dem nêzîkî 160 hevwelatîyên Sûrî dûhî Çarşem derbazî erdê Tirkiye bûn, û jimara kesên van rojan ji Sûrîye revîne Tirkiye gehişt 350 yan.