Berwarî: Malikî Hinek Desthelata Xwe Nadet Al Îraqîye

Berwarî: Malikî Hinek Desthelata Xwe Nadet Al Îraqîye

Endamên lîsta Dewleta Yasa di parlemanê Îraqê de nerazî bûn hember pirojê qanûna Encûmenê Sîyasetên Niştimanî û li demê danûstandinan li ser wî pirojey, ji parleman derketin. Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Adil Berwarî, rawêjkarê serekwezîrê Îraqê bo karûbarên herêmê got, Serekwezîr Malikî nevêt hinek ji desthelata xwe bidet Encûmenê Sîyasetên Niştimanî û Al Îraqîye divêt şirîka biryarê bit di hikumeta Îraqê de.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Adil Berwarî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.