Çalakîyên Derbarê Zimanê Kurdî Didomin

Çalakîyên Derbarê Zimanê Kurdî Didomin

Di nav salên dawî de xwane dibe ku Kurd pirtir girîngî didine zimanê xwe yê zikmakî. 15’ê meha Gulanê ji alîyê Kurdan ve, wekî Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Hem li welat û he jî li derva bi gelek kiryar, çalakî û konferans têne kirin û ev hefte jî wekî Hefteya Zimanê Kurdî tê qebûl kirin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, bizavkarê mafê mirovan Ribad Rohjilatî li ser Roja Zimanê Kurdî diaxife û qala xwendingeha Kurdî ya li Kanadayê dike.

Birêz Rojhilatî dibêje, cîyê şabûnê ye ku Kurd êdî qiymeta zimanê xwe dizanin û taybetî jî li Tirkîyê bizaveke gelek hêja didome.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka "‘Guhdarî kirin’a jêrîn bitikînin.