Rojnameya Dîplomat, rojnameyeke hefteyî ye ku ji sala 2003’an vir ve li Bakuyê, li Azerbaycanê derdikeve.
Rojnameya Dîplomat ya serkeftî bi Kurdî, Azerî û Rûsî weşana xwe didomîne û hewil dide ku bibe pirek li navbêra Kurdên Azerbaycanê û Kurdên li cîhanê.
Rojname di çend hefteyên dawî de rastî hinêk astengan tê, jiber ku çapxaneyên dewletê û yên taybet qebûl nakin ku vê rojnameyê çap bikin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sernivîskarê Dîplomat’ê Tahir Silêman qala astengîyên ku rojname rû bi rû dimîne dike.
Birêz Silêman dibêje, jiber ku em bi berfirehî behsa Kurdên li Tirkîyê û Îraqê dikin, medyaya Azaerî me bi piştgirîya PKK’ê û PDK’ê sûcdar dike.
Tahir Silêman gilî û gazincan xwe li Kurdan, taybetî jî ji karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê dike ku alîkarîya wan nake.
Xwendevanên me yên hêja, hun dikanin bi navnîşana http://diplomata-kurdi.com serdana rojnameyê bikin û peyamên xwe ji rêvebirên wê re binivîsin.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet bikin.