Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Cîgira Serokê Giştî ya Partîya Aşitî û Demokrasî (BDP) Meral Daniş Beştaş halwesta partîya xwe ya derheqa guherîna qanûna bingehîn radigîhîne.
Birêz Beştaş ku bi xwe jî awuqat e dibêje, AKP guh neda daxwazîyên me û yên civatê bi giştî. Loma em di vê bawerîyê de ne ku AKP ne ji dil e û tenê berjewendîya xwe dipareze. Em nabêjin hemî xalên paketa guherînê xirab in, hînek ji wan erênî ne. Lê, jibo piştevanîya me, divê qala Kurdan bête kirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî jî bete misoger kirin.
Guhdarên hêja, jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê bitikînin.