Di hevpeyvîna Pişka Kurdî Dengê Amerîka de zimanzan Denîz Ekîcî li ser destpê kirina dersên Kurdî li Zanîngeha Middle Tennessee State Universityê dipeyîve.
Birêz Ekîcî dibêje, ji civata Kurdî ya Nashvillê û taybetî jî ji xortan coşeke mezin heye û heta niha 20 xwendekar serîledana bernamê kirine.
Denîz Ekîcî her wiha dibêje, ew hêvî dike ku hem bi alîkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sazîyên din yên Kurdan ew dê di demeke nêzîk de enstîtuyeke Kurdî vekin.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka “Guhdarî kirin” a jêrîn kilîk bikin.