Destaya Bilind a Kurd di serdanake fermî de, li Rûsya ye û hevdîtinan ligel karbidestên wî welatî dikin.
Berdevkê Destaya Bilind a Kurd Ahmed Silêman di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de li ser vê serdanê daxife û agahîyên girîng dide.
Birêz Silêman dibêje, ew bi nûnerên wezareta derve û nûnerê taybet yê Serok Putîn civîyane.
Ahmed Silêman dide zanîn ku ew dixwazin şerê navxweyî yê li Sûrîyê bi rêyên sîyasî çareser be û ew jî wek Destaya Bilind dixwazin di Konferansa Cenevre'yê de hazir bin.
Silêman bal dikşîne ku hin welatên cîran hewil didin ku pêşî li beşdarbûna wan ya di konferansê de bigirin.