Serokê Giştî Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di mîtînga bajarê Semsûrê de ragihand ku li Tirkîyê çareserîya pirsgirêka Kurd bi hemwelatîbûna wekhev pêkan e.
“Li Tirkîyê hin kes pirsgirêka Kurd înkar dikin, lê ew pirsgirêk heye. Jibo çareserîyê jî divê dewlet di warê mafen azadîyê de gavên bingehîn û xurt bavêje.”
Babacan, sîyaseta desthilatê ya hemberî pirsgireka Kurd rexne dike. Li gor Babacan, gava Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pirsgirêka Kurd qebûl dikir ew rast bû.
“Birêz Erdogan di serî de digot ‘pirsgirêka Kurd heye û ew pirsgirêk jî ya min e.’ Lê, niha jî dibêje ku ‘Pirsgirêka Kurd tuneye’ û behsa biratîya Kurdan dike. Lê, dema li hêleke wî Dewlet Bahçelî û hêla din jî Dogu Perînçek hebe, êdî mirov nikare tiştekê bibêje.”
Yek ji damezrenerên DEVA, Abdurrahîm Aksoy ji Dengê Amerîka re got ku ew di damezirandina partîya xwe de heta niha jî girîngîyeke didin çareserkirina pirsgirêka Kurd.
“Em ji destpêkê hata niha di bernameya partîya xwe de vê yekê tînin ziman û Babacan di her platformê partîya me de vê yekê tîne rojevê. Em berî her tiştî hebûna vê meselê dipejirînin û gava em bibin desthilatdar emê yekser vê kêşeyê jî çareser bikin,” Aksoy dibêje.
Çend roj berê şeş partîyên oposîzyona Tirkîyê “Qanûna Bingehîn ya Parlementerîzma Hêzdar” pêşkêşî bîragiştî kiribû ku di wê de jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd tiştekî dîtbar tunebû.
Aksoy, li ser wê pêşnîyarê dibêje ku ew yek kêmahîyek e, lê ne kêmahîya Partîya DEVA ye.
“Şeş partî bi hevre tiştekî wiha derxistiye. Jixwe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de Partîya DEVA’yê çi difikire dîyar e. Armanca partîya me ew e ku di navbera Kurdan û Tirkan de wekhevîyekê damezirîne û ew girîngîyeke mezin dide xebatên wekhevîyê.
Your browser doesn’t support HTML5
ED_08_12_2022_Abdurrahim_Aksoy_DEVA