Karbidestên îstîxbaratî yên Pakîstanî dibêjin, êrîşeke muşekî ya Amerîkî, bi kêmî ve 5 mîlîtan kuştin, li rojavaya bakura Pakîstanê ya nêzîkî tuxubê Afganîstanê.
Karbidest dibêjin, êrîşa demeke zû ya Yekşemê xanîyekî mîlîtanan kire armanc, li Datta Khel ya nêzîkî Mîranşah, ku mezintirîn bajaroka herêma êşîrî ya Wezîrîstana Bakur e.
Ew herêm, wekî weşartgeha mîlîtanên Talîban û El Qayde tê zanîn.
Ajansa Associated Press radigîhîne, mirovên kuştî hevkarên Hafiz Gul Bahadur in, ku şerekî dijwar li dijî hêzên Amerîkî û NATO li Afganîstanê rêve dibe.
Di êrîşên firokên bêmirov yên Amerîkî de, bi kêmî ve 24 mîlîtan hefteya borî li Wezîrîstana Bakur hatibûn kuştin.