Di Êrîşa Xwekuj de 65 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin

Karbidestên Pakistanî dibêjin, di peqîna du bombeyan li derveyî ofîseke hikûmetê de, pitir ji 65 kesan li devera aşîretî ya bakura rojava welatî nêzîkî tuxîbê Afganistanê hatine kuştin.

Polîs dibêjin, êrişkerekî xwekuj ku siyarî matoreke bû keresteyên peqandinê bi xwe ve peqandin li nêzîkî karbidestê hikûmetê Resûl Xan, ku ligel komîteyeke aştiyê ya xwecihî kom dibû li gundê Yakaghund, li devera eşîrî ya Mohmend, li bakura rojava ya welatî. Tê ragihandin, ti ziyan negehiştîne wî karbidestî û li ser hejmara bombeyan jî agahdarîyên cûda têne ragihandin.

Di peqîna sibêdê de, pitir ji 112 kes birîndar bûn û pewîn li wê demê qewimî ku karbidestan li nêzîkî cihê peqînê kûrsîyên çerxdar û kel û pelên dîn didane xelkê pêdivî. Karbidest dibêjin jin û zarok di nav mirîyan da hene.

Nêzîkî 70 dikan bi hemî ve wêran bûne û karkerên hawar çûnê di nav ber û kevrên avahiyên herftî li dîv qurbaniyan digerîyan. Karbidest dibêjin, her wisa ziyan gehiştiye zindaneke xwecihî ku bûye eger 28 girtî ji zindanê birevin.