Helbestvan Dilyar Dêrkî dibêjit, Helbestên min girêdayî êşa Kurdî ne û bi xewna Kurdî ve û xewna Kurdên koçber.
Dilyar Dêrkî: Helbestê ez helbijartime, ne min helbest helbijartîye
Helbestvan Dilyar Dêrkî jibo bernama Ferheng û Torê Kurdî li Pişka Kûrdîya Dengê Amerîka êş û derdên wêjeya Kurdî, êş û derdên xwe û derdê xerîbîyê bi rêz dike. Wî got, Helbestê ez jixwera helbijartime, ne min helbest ji xwere helbijartîye û helbestên ez dinivîsînim girêdayî êşa Kurdî ne û bi xewna Kurdî ve û xewna Kurdên koçber ve girêdayne.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî digel Dilyar Dêrkî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.