Raporteke ku ji alîyê Wikileaks ve hatiye weşandin ji zarê dîplomatekî bilind yê Amerîkî dibêje, Çîn li Efrîqa sîyaseteke tund û êrîşker birêve dibe.
Raporta ku îro Pêncşemê hate belav kirin, ji alîyê konsulxaneyê Lagos ya Amerîkî hatiye şandin û behsa kombûna navbêra Johnnie Carson, Alîkarê Wezîra Derve yê Amerîkî, ji karûbarên Efrîqî berpirs û jimareke rêvebirên kompanîyên neftê dike.
Di peyamê de Carson, Çîn wekî hevrika aborî ya êrîşker û weranker rave dike.
Çîn, li salên dawî hebûna xwe ya aborî li Efrîqa zêde kirîye û îsal bêtirî 9 mîlyar dolaran pere şandîye herêmê.