Rêvebirê Partîya EMEPê Ji Doza KCDê bi 10 Salên Zîndanê Tê Ceza Kirin

Arşîv: Kongreya KCDê li Amedê

9.Emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê ji sînora bilind 10 sal cezayê zindanê li rêvebirê Partîya Kedê (EMEP) Yusuf Karataş birîn.

Doza KCDê di sala 2016an de destpêkir ku Dozgerîya Amedê di îdanameya dozê de KCDê wek dewamîya KCKê binav kirîye û dibêje Kongra Civaka Demokratîk rêxistina terorê ye. Di sala 2011an de ragihandina Xweserîya Demokratîk, di sala 2015an de jî ragihandina herêmên xweser de cî girt. Di îdanameyê de ev weke sûcên perçekirina Tirkiyê hatîye destnîşankirin.

Vê jî bixwîne: Li Amedê di Operasyoneke Hevdem de 21 Sîyasetvan Hatin Binçav Kirin
Vê jî bixwîne: Leyla Guven Biryara Erêkirina Cezayê Selma Irmak Dinirxîne
Vê jî bixwîne: Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: Divê Kurd Yekîtîya Xwe Xurt Bikin

Yusuf Karataş dibêje, jiber ku 30 sal berê dema ku zarok bûye ji dozek hatîye cezakirin, dadgehê di biryara doza KCDê de, doza 30 sal berê biryar daye û gotiye ''Kesayetek ku meyla wî li ser sucê ye''.

Yusuf Karataş Hirwiha dibêje ‘’Ez bawer dikim jixwe ceza jî biryar jî ji roja pêşîn hatîye dayen, jiber ku ne dadgehkirin li gorî pîvanên hiqûqê ye, ne jî naveroka dosyayê û biryarên dadgehê''.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan farqîn - Amed 27 09 2020