Dr. Cabar Qadir; Helbijartinên nû Bijareye Eger Îraqîya Naşiya Hikumeta nû Pêkbînin

Dr. Cabar Qadir; Helbijartinên nû Bijareye Eger Îraqîya Naşiya Hikumeta nû Pêkbînin

Serok Barak Obama îşev bi fermî dûmahî hatina erkê şerî yê serbazên Amerîkî li Îraqê radigîne. Her li vî demî cêgirê wî li Baxdayê hana karbidestên Îraqê dide hikumeta nû pêkbînin. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Dr. Cabar Qadir, şîretvanê sîyasî yê serokê hikumeta Herêma Kurdistana Îraqê dibêjit sînaryoya îro li Îraqê ewe eger çar alîyên serkeftî yên helbijartina na şiyan hikumeta nû pêkbînin, eve divê helbijartinên nû bikin û eve daxwaza rêberê olî yê Şî’e Sîstanî ye. Bo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel Dr. Îzat, fayîla dengî dagire û eger te têbînî liser hebin, tû dikarî di valhîya xwarê de binivîsî, emê bawerîya te belav bikin.