Yek ji babetên kombûna serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî digel rêberên sîyasî yên Yekitîya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokart a Kurdistanê (PDK) amadekarîya kongireyekê niştimanî yê Kurdî bû. Li gora daxweyanîya ji kombunê rêberên sîyasî yên Kurd bawer dikin niha rewş kêrhatîye ji welatên hevsinşrên Kurdan agehdarî bir û bawerên Kurda bin.
Di hevpeyvîna digel Dengê Amerîka de Dr. Kameran Berwarî, mamosta li Zankoya Duhokê di bêjit dem hatîye Kurd biryarên sîyasî yîn giring bidin. Wî got rewşa sîyasî û civakîya Kurdan ji kongirekê giştî yê Kurdan re amadeye.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Dr. Kameran Berwarî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.