Malpera E-Pirtûk Berhemên bi Zimanê Kurdî Digihîne Cîhanê

Karsaz Mesut Bîlîr li ser malpera “E-Pirtûk” berhemên Kurdî difroşe welatên dinyayê.

Bîlîr ji bajarê Agirî e û endezyarê kompîterê ye. Ev 5 sal in ku di warê firotina pîrtûkên Kurdî de xizmeta dîjîtal dide.

Bîlîr di sala 2020’an de malpêra E-Pirtûk vekir û pirtûkên gelek weşanxaneyên ku berhemên Kurdî çap dikin, di warê dîjîtal de tîne pêş xwedevanan.

Bîlîr dîyar dike ku ew di warê dîjîtal de dixwaze zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî bigîhîne xwendevanên qada navnetewî.

Bîlîr bal dikşîne ku gelek ji xwendevanên zimanê Kurdî li dervayê welêt jîyana xwe dimeşînin. Ew dixwaze di navbera weşanxane û xwendewanên Kurdî de bibe pirekê.

“Di karê me de kargo tuneye. Ger xwendevan bibe aboneyê pirtûk an jî kovarê bi awayekî onlîne yekser xwe dikare bigîhîne van berheman. Em bêjin lêkolînvanek an jî xwendevanek xwe nikare bigîhîne pirtûkekê, gave ji me re binîvîse em yekser wan berheman jî ji wan re peyda dikin.”

Bîlîr bi berdewamî dibêje ku ew berhemên ser dîrok, wêje, ol, klasîkên Kurdî û gelek babetên din ji hezkirîyên zimanê Kurdî re pêşkêş dikin.

Bîlîr bal dikşîne ku xwendevanên pirtûkên zimanê Kurdî li gor zimanên din gelek kêmtir in.

“Zimanê Kurdî heta niha bi awayekî sazîbûnê derneketîye pêş. Dibistan û zanîngehên Kurdî jî tunene. Jiber tunebûna perwerdeya Kurdî, gelek Kurdan bi zimanên biyanî perwerde dibin. Wek mînak li Sûrîye û Îraqê b Erebî, li Îranê bi Farisî û li Tirkîyê jî bi tevahî bi Tirkî perwerde dibin û mixabin tenê 5 ji sedê Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdekirî ne.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_10_12_2022_E-Pirtûk