Edîp Polat û Daxuyanîya Sazîyên Sîvîl

Nivîskar Edîp Polat

Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Edîp Polat li ser daxuyanîya rexistinên sîvîl yên Dîyabekirê dipeyive.

Birêz Polat dibêje, gelê herêmê di xem û fikarê da ne ku şer û pevçûn jinûve destpê dikin. Divê, daxuyanîya vê dawîyê di vê çarşovê de bête dîtin. Lê daxuyanîyên vî rengî divê bi xebateke baş û bi rêk û pêkî werine amade kirin.

Polat her wiha dide zanîn, hikûmeta AKPê ji rewşa niha berpirs e, çimkî bi zelalî eşkere nekiriye jibo pirsa kurdî çi dixwaze.

Kerem kin, bi lînka jorîn guh bidine hevpeyvîna me bi nivîskar Edîp Polat