Piştî li Cêzîre û Kobanê, îro jî Kurdên li Herêma Çîyayê Kurmênc rêvebirîya xwe ragihand.
Meclîsa Qanûnsaz ya Rêvebirîya Kantona Efrînê civîna xwe pêk anî û di civîna xwe de Xanim Hêvî Îbrahîm Mistefa wek Seroka Desteya Rêvebir anku serokwezîr hilbijart.
Di civînê de herwiha 2 cîgirên serokwezîr û wezîrên din jî hatin destnîşan kirin.
Xanim Hêvî Îbrahîm di hevpeyvîna Dengê Amerîka de li ser rêvebirîya Kontona Efrînê diaxife û hêst û nêrînên xwe bi guhdarên me re parve dike.
Birêz Îbrahîm dibêje ew bi hêvî ne ku daxwaza gelê Kurd bicîh bînin.
"Ev rêvebirî daxwaza mîletê me ye û bersîva gelê me ye jibo Cenevre ku hebûna Kurdna qabûl nekir."