Wezareta Derve ya Amerîkî ji Sûrîya xwestyîye demildest xanimeka zîndankirî bi tawana casûsîyê ji Amerîka re azad bike. Di hevpeyvînekê de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Şelal Gedo, nûnerê Partîya Çepa Kurdî li Sûrîya got, tivîya Amerîka ji Sûrîya bixwazit tevaya zîndanîyên sîyasî ji zîndana azad biket kû piranîya wan Kurdin. Birêz Şelal Gedo got jî karbidest nasnamên wan kesa kopî dikin ewên li dûkanên Înternêtê seredana Facebook û Twitter dikin.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Şelal Gedo, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.