Jiber Kêmahîya Cîhazan li Nexweşxaneyên Enqerê Neştergerî Sekinî

Li Tirkîyê bilindbûna dovîz bandoreke neyînî li ser nexweşxaneyan jî xwe dîyar kir.

Serokê Odeya Doktorên Enqerê (ATO) Dr. Alî Karakoç ragihand ku li ber bilindbûna dovîz û qûra pêlî firotina cîhazên neşterîyê rawestîya ye.

Karakoç got, “Nexweşxaneya ku ez têda kar dikim neşterîya mêjû û ortopedî niha sekinî.”

Dr. Alî Karakoc

Karmendên saxlemîyê li tevahîya Tirkîyê di 15 Berfanbarê 2021an de dest ji kar berda.

Serokê sendîkayên karmendên saxlemîyê dîyar kir ku jiber rewşa aborîya Tirkîyê êdî karmend nikarin xwe bilivînin.

Li Enqerê jî karmendên saxlemîyê li pêşîya Nexweşxaneya Hacettepeyê hatin ba hev û dest ji kar berdan.

Serokê Odeya Doktoran ya Enqerê, Dr. Alî Karakoç ji Dengê Amerîka re got ku pirsgirêka karmendan xirabtir dibe.

“Divê mafên aborî û saxlemîya karmende were baş kirin. Lê wezaret guh û çavên xwe li hemberî van pirsgirêkan digire.”

Karakoç dide zanîn ku jiber vê bê helwestîya Wezareta Saxlemîyê wan jî dest bi grevê kiriye.

“Wezareta Saxlemîyê pêvajoya COVID-19 baş bi rê ve nebir. Lazim bû ev di qadan de bihata çareser kirin, lê hemû nexweş pîrî nav nexweşxaneyan bûn. Ev yek jî barê nexweşxaneyan giran kir. Niha 524 karmendên saxlemîyê ji COVID-19 jîyana xwe ji dest dan. Ev yek jî dîyar dike ku wezaretê karê xwe baş neadilandîye.”

Jiber rewşa aborîya Tirkîyê û li Tirkîyê bilindûna nirxê dirava bîyanî bi pêl bandoreke nebaş li ser cîhazên neştergerîyê da. Kompanîyê ku van cîhazan difroşin firotin rawestandine.

“Nexweşxaneya ku ez tê de dixebitim, di beşa ortopedî û neştergerîya mêjîyê de kêmatîya cîhazan heye. Jiber bilindbûna nirxê diravê qûra bi pêlê û bilindbûna na dovîz kompanyayê ku cîhaz difroşin rawestandine. Gava li nexweşxaneyan cîhaz nebîn bivê nevê neştergerî jî radiwestin. Emê di asteke wiha de ne, dê çi wezt çareserbe jî ne dîyar e.”

Li Tirkîyê nexweşîya COVID-19 li ser welatîyên Tirkîyê jî her ku diçe zêdetir dibe.

Herî dawî 15 Berfanbarê de 193 kes ji COVID-19 mir û 19 hezar û 872 kes jî bi nexweşîya COVID-19 ketiye.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_16_12_2021_Dr. Alî_Karakoç