Jiber Erdhejê li Tirkîyê Jîyan Sekînî, Dibistan Hatin Girtin

Dîmeneke ji erdheja wêranker li Mereşê

Îro li Tirkîyê saet di 04:17’ên şevê de li bajarê Mereşê, navenda wê li bajarokê Bazarcixê ye, bi hêza 7,7 erdhejeke mezin çêbû.

Bandora vê erdhejê li 10 bajaran; Mereş, Amed, Semsûr, Entab, Ruha, Meletî, Kîlîs, Edene, Osmanîye û Hatay bandoreke mezin veda. Lê di xeteke dirêj de, ango li Ermenîstan heta Misirê jî hatîye hîs kirin.

Wezîrê Karê Hindur Suleyman Soylu piştî erdhejê yekser alarma asta 4’an ragihand.

Taybetîya vê alarma giranî û felaketa erdhejê nîşan dide ku Tirkîye alîkarîya navnetewî daxwaz dike.

Li ser erdhejê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nîvroyê li Navenda Kordînasyonê ya ku li Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) daxuyanîyek da û rewşa dawî dîyar kir.

Piştî daxuyanîya Erdogan saet 13:24’ande navenda wê bajarokê Albistan ya Mereşê bi hêza 7.6 erdhejeke din ya mezin çêbû.

Di weşanên jindî de hilweşîna hin avahîyan jî hate tomar kirin.

Wezîrê Perwerde yê Tirkîyê Mahmut Ozer saet 17:00’an de ragihand ku li tevahîya Tirkîyê heta 13 Şibatê 2023’yan xwendin hatiye sekinandin.

Li tevahîya Tirkîyê ana ji alîyê Heyva Sor (Kizilayê) çadirên xwînê hatin vekirin û gelek welatî di van çadiran de xwîn dibexşînin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî li Enqerê “Navenda Krîzê” damezirand û ragihand ku “Meşa Îmralî” ku li ber bû îro bihata çêkirin, hatiye betal kirin.

HDP’ê di daxuyanîya xwe de ragihand ku li ber erdhejê Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan çû Amedê, Mîthat Sancar jî çû Edeneyê û parlamanterên wê jî li bajarên din hatine erkdar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_06_02_2023_Erdhej_Enqere