Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyib Erdogan di çarcoveya bizavên refranduma 12'ê Îlonê ya li ser guherînên qanûna bingehî ya welêt de, li Dîyarbekir bû. Serokwezîrê Tirkîyê ku çend wezîr û parlamanter pêre bûn bo girseyeke qelebalix axift.
Birêz Erdogan got hemî xelkê Tirkîyê xuşk û birayên min in û em cudahîyê naxîn navbêra ti kesan. Li ser wê kombûnê, peyamhinêra Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Dîyarbekir, Xecîcan Farqîn raporteke hinartîye.