Pispor: Tirkîyê Ji Daxuyanîyên Yekîtîya Ewrupî Şaş Têgihiştiye

Turkey EU

Piştî civîna NATO’yê di warê tevlêbûna Yekîtîya Ewrupî de, li Tirkîyê hêvîyek bilind bû, lê pisporên dîplomatîk radigihînin ku Tirkîyê ji daxuyanîyên Yektîya Ewrupayê şaş tê gihiştiye.

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Haydar Çakmakli di derbarê beşdarûna Yekîtîya Ewrupî de rewşa Tirkîyê ji Dengê Amerîkayê re nirxand. Çakmakli radigîhîne ku ev demeke dirêj e Tirkîyê dixwaze beşdarî Yekîtîya Ewrupî be, lê di vî warî de tiştê ku Tirkîyê dibêje Yekîtîya Ewrupayê wisa nafikire.

“Axaftinên Konseya Yekîtîya Ewrupî û Komîsyona Yekîtîya Ewrupî li Tirkîyê çewt hatin famkirin. Jibo ku ew nabêjin emê Tirkîyê bigrin nav Yekîtîya Ewrupî. A rastî bi vî şiklî ew naxwazin ku Tirkîyê bikin nav xwe û tengasîyên nû bikşînin. Ji ber vê yekê, nûçeyên ku li Tirkîyê tên belavkirin rast nînin.”

Tirkîyê cara yekê di sala 1963’an de serî li Civaka Aborîyê ya Ewrupayê (European Economic Community-EEC) dabû. Piştî ku ev rêxistin hat guhertin û bû Yekîtîya Ewrupî, Tirkîyê di sala 1987’an de jî, jibo tevlêbûnê serî li Yekîtîya Ewrupî da.

Tirkîyê, 36 sal in çaverê ye ku bibe endam. Pispor dibêjin demekê bi tevahî rojeva Tirkîyê li ser vê yekê diçû, lê di salên dawî de sîyaseta Tirkîyê daxwaza endamtîyê sar kir û danî ser refê.

Serokomarê Tirkîyê di 10’ê Tîrmeha 2023’an de li Lîtwanyayê berî lûtkeya NATO’yê got, “Em dixwazin sozên ku dane me werin pêkanîn. Jibo Yekîtîya Ewrupî pêşîya Tirkîyê vekin û em jî pêşîya Swêdê vekin.”

Li ser vê daxuyanîya Erdogan, Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di derbarê mijarê de got, “Ez daxwazên Tirkîyê yê derheqê Yekîtîya Ewrupî dipejirînim.”

Di vî warî de li Washington Koşka Spî jî di derbarê vê mijarê de daxuyanîyek hate da û got, “Me hertim piştgirî daye armanca endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupî û emê vê yekê bidomînin.”

Ev daxuyanî hemî di nav çapemenîya Tirkîyê de gelek hatin gotûbêjkirin û bi awayekî giran hê jî tê qisekirin.

Di hin şîroveyan de jî tê gotin ku Tirkîyê dixwaze êdî xwe ji Rûsyayê bifitîlîne û nêzîkî Yekîtîya Ewrupî bibe. Rûsyayê jî wek barekî giran yê ser Tirkîyê nîşan didin.

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Haydar Çakmakli


Çakmakli, çûyîna guftûgoyên di navbera Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupî de baş nabîne. Ew angaşt dike ku Yekîtîya Ewrupî dixwaze Tirkîyê bi şiklekî din bi xwe ve girê bide.

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Prof. Dr. Naîl Alkan, daxwazên Tirkîyê yên tevlêbûna Yekîtîya Ewrupî di cî de dibîne. Alkan, ji Dengê Amerîkayê re vê yekê wiha şîrove dike:

“Endamtîya Yekîtîya Ewrupî tiştekî dijwar e, lê dîsa jî nîyeteke baş girîng e. Yektîya Ewrûpayê pêwîste ku bibêje bila Tirkîyê hin gavên dîtbar bavêje û em jî endamtîya wê di vê demê de qise bikin. Lê heta niha jî ti gav ji bo dîyakirina demekê nehatîye nîşandin.”

Pisporê Têkilîyên Navnetewî Prof. Dr. Naîl Alkan


Tirkîyê, di sala 1999’an de ji Yekîtîya Ewrupî cara yekê statuya endamtîyê girt û di sala 2000’an de jî dest bi reforman kir û 2005’an jî guftûgoyên endamtîya bêkêmasî dest pê kirin. Lê tevlîhevîyên ku di nav sîyaseta Tirkîyê de qewimîn, destûr neda ku van reforman bi giştî cîbicî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Rapora Enqerê ED_14_08_2023