Do Yekşemê berî sibehê li Batmanê di çerçova operasyonên KCK’ê de polîsan avêtin ser gelek mal û cîhên endamên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) girtin û lêgerîn pêk anîn.
Di encama van lêgerînan de 44 kes hatine binçav kirin. Di nav kesên ku hatîn binçavkirin de endam û berpirsên BDP’ê, hinek berpirsên bajarvanîya Batmanê û her wiha berpirsên hinek dezgehên sîvîl, mamoste û rojnemavan jî hene.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de, seokê berê yê BDP’ê Şêxmus Aslan agahdarîyên nû li ser girtinan dide.
Kerem kin bi lînka “Guhdarîkirin” a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.