Qedexeya Derketina Kolalan li Farqînê Didome, Rewş Xirabtir Dibe

Qedexeya li Farqînê di roja 11’yan de ye. Li her sê taxan pevçûn hîn jî didome. Di roja 11’a qedexê de em li Farqînê bûn. Di qedexeya şeşemîn de ku di roja 11’an de ye 4 şervan, 3 sîvîl, 3 jî polîs û leşker 10 kes hatin kuştin.

Li bakurê bajêr jîyan normal didome lê li başûrê wê şer û pevçûn hê jî dewam dikin.

Li bajêr gelek dikan girtî ne, yên vekirî jî firin û dikanên sebze û fêkîyan e.

Rûniştvanên navçê ji şer û pevçûnan bêzar in. Dibêjin ku dewlet zilmeke mezin dike û bi tanq û topan malê wan xira dike.

Li navenda bajêr li nav sûkê bi dehan kes pevçûnê temaşe dikin. Li hev şîretan dikin ku di nav kolanê de nemeşin û xwe ji snaypiran (sekvan) biparêzin.

Dema ku me ligel rûniştvanên Farqînê hevpeyvîn dikir dengê peqîn û çekan dihatin. Gelê Farqînê gelek hêrs bûye ku dinya çavê xwe li wan girtîye.

Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP hatin Farqînê û beşdarîya bihezaran kesan xwestin bikevin taxên qedexe. Lê polîsan rê neda û bi gaza îsotê êrîş bir ser wan.

Piştî êrîşê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, hatp Dicle û Ertugrul Kurkçu daxuyanîyek dan.

Yuksekdag dîyar kir dewlet terorek mezin li ser Farqînê dimeşîne.

Eger rojavayê Tirkîye dengê xwe li hember zilma li ser Farqînê bilind neke wê ev hikumet hemî Tirkîye bike wek Farqînê.

Wîlayeta Amedê daxuyanîyek belav kir ku qedexe heta paqijkirina kolanan ji bombe û mayinan wê dewam bike, lê bendewarî he ye ku sibe qedexe were rakirin.