Nivîskarê rojnameya Taraf'ê û malpera www.IlkeHaber.com ’ê Alî Fîkrî Işik vê gavê, bi sedema ku leşkerîya xwe nekirîye, li girtîgeha leşkerî ya Edirnê ye.
Birêz Işik li meha Hezîranê jibo beştarbûna panelekê çûbû Dîyarbekirê û li wê derê hatibû girtin. Ew piştî darbeya leşkerî ya sala 1980î hatibû girtin û 3 sal û 8 mehan li Zindana Dîyarbekirê mabû.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, hevalê Alî Fîkrî Işik, nivîskar û helbestvan Hamîd Omerî li ser girtina Işik diaxife û rewşa wî ya vê gavê agahîyan dide.
Birêz Omerî dibêje, ew bi hêvî ye ku birêz Işik di demekê nêzîk de were azad kirin.