Li rojên 9-10 ê meha 3 Adarê fistival rêzgirtinê li hûnermndê navdarê Kurd Muhemed Şêxo hat rêkxistin li bajarê Hewlêr ê. Li dû rojên fîstivalê jimareka vekolîna liser mûzîk û hûnerê Muhemed Şêxo hatin pêşkeşkirin û her wesa çend hozanvana helbest xwandin û jimareka dengbêja strinanên wî stirîn.
Rêkxerê fîstivalê Nûrî Birîmo got, gel û hûnermendên Kurd qerzdarê Muhemed Şêxo ne û bi gêrana fîstivalekê ew qerz nahêt dan. Birêz Birîmo gote Bernama Ferheng û Torê Kurdî li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, fistivalê şîya 114 berhemên Muhemed Şêxo di CD yekî de kom bike û belave bike.
Muhemed Şêxo li sala 1948 li gundê Girbawî yê ser bi bajêrê Qamişlo ji dayik bûye û sala 1989 wexera dawî kirîye.
Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Nûrî Birîmo sebaret fistival rêzgirtinê li Muhemed Şêxo, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.