Fransa Welatê Yekê ye ku Pênasînê bi Opozîsyona Lîbyayî Dike

Fransa Welatê Yekê ye ku Pênasînê bi Opozîsyona Lîbyayî Dike

Fransa wekî welatê yekê, bi fermî pênasînê bi Civata Hikûmeta Berwext ya Lîbya kir û ew wekî nûnera rewa ya gelê Lîbya qebûl kir.

Fransa roja Pêncşemê ragihand, ew li hêvîyê ye ku ew û civata ku bingeh li bajarê Bîngazî yê li rojhilatê heye balyozan veguherin. Di serhildaneke bi xwîn de dijî rêberê wî welatî Muamer Qezafî, serhildayan dest bi ser piraniya rojhilata Lîbya de girtîye.

Fransa ev biryar di demeke de eşkere kir ku endamên NATO destbi danûstandinên du rojî li ser Lîbya kirdestpê kirîne. Li ber e, endamên NATO di wan danûstandinan de îhtîmala danana devereke bê firîn bo rawestandina êrîşên firokên hêzên ser bi Qezafî nîqaş bikin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Robert Gates jî di danûnstanên Brukselê de amede ye.

Karbidestên Rojava alozbûna xwe dîyar dikin ku devera bê firîn li ser Lîbya bo rawestandina tund û tûjîyan dê egereke kêm hebe. Lê diplomatên NATO dibêjin, piştevanîyeke xûrt li vê pêngavê tê kirin heke hikûmeta Lîbyayî êrîşên xwe li dijî xelkê sivîl zêde bike.

Di demeke de ku welatên weku Brîtanya û Fransa daxwaz li hevalbendîya NATO kirîye ku hizra danana devereke bê firîn bike, Amerîka, Almanya û welatên din alozbûna xwe diyar kirîye li ser encaman.