Nûnerê taybet yê Yekîtîya Ereb Kofi Annan îro Înîyê bang li endamên Civata Ewlehîyê kir ku dawî li bêdengîyê xwe bînin û giwaştinê li ser Sûrîyê zêde bikin da ku tepeserkirina xwe ya ser cudabîran rawestîne.
Sekreterê Giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Annan li Geneve-yê got, ew şandeyek dişîne Şamê ku plana şandina çavdêrên navnetewî gotûbêj bike.
Dîplomatên Rojavayî dibêjin, ew bi hêvî ne ku bizavên birêz Annan bibe alîkar ku Civata Ewlehîyê biryareke şermezerkirina Serokê Sûrî Beşar El Esed derbaz bike. Çîn û Rûsyayê du caran pêşnîyarên wî rengî yên şermezarkirina rejîma Sûrî veto kirîbû.
Medyaya dewletî ya Sûrî jî ragihand ku hikûmeta Sûrî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew amade ye ku jibo çareserîya krîza heyî, hevkarîyeke xûrt bi Kofi Annan re bike. Di daxuyanîyê de, Wezareta Dervê tundîya heyî avêt ser stûyê terorîstan û maytekirina derveyî.