Jineke Kurd wêneya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind dike. Stenbol, Nîsan 19, 2011
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DIHA) Abdurrahman Gok li ser serdana şandeya BDP û KCD'ê ya Çîyayê Qandîlê şîrove dike.
Birêz Gok dibêje, hem Qandîl hem jî Ewropa dîyar dikin ku Abdullah Ocalan rêberê wan e û ew bi gotina wî bikin. Lê, hin xem û tirs jî hene çimkî karbidestên hikûmetê hî jî daxuyanîyên tund li hember Kurdan dikin.
Abdurrahman Gok her wiha dibêje, tê çaverê kirin ku PKK kesên girtî li Newrozê azad bike.