Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro Şemiyê telefona serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy kir û got ku Yûnanistan li gel cezayên herî tund yê Yekîtiya Ewrupî ye li dijî Rûsyayê piştî êrîşa wê û her wiha got ew amade ye ji bo alîkariyê.
Nivîsgeka Mitsotakis got wezareta tenduristiyê derman û alavên saxlemiyê dişîne Ukraynayê.
Karmendên balyozxaneya Yûnanistanê li Kyiv û balyozgerê wê, roja Înê ji bajêr derketin û bi silametî sînorê Moldavya derbas kir, li gor balyozger û berpirsên wezareta derve.
Wan got qonsilxaneyên Yûnanistanê li Mariupol û Odessayê dê vekirî bimînin ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo welatî û derbideran.
Ev roja sêyem e ku hêzên Rûsî bi topan û mûşekên kurûz bajarên Ukraynayê dikin armanc, di nav de jî Kyiva paytext.
Jêder: Reuters