Endamên BDP'ê piştgirî didin girtîyên sîyasî ku di greva xwebirçîkirinê de ne. Weranşar, Ruha, Cotmeh 25. 2012
Serokê Baroya Dîyarbekirê Mehmet Emîn Aktar, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de agahîyên dawî li ser greva xwebirçîkirinê ya girtîyên Kurd dide.
Birêz Aktar hişyarî dide bîra giştî ku eger di nav çend rojên pêş de çareserîyek neyê dîtin, hîngê mirina girtîyan despê bike.
Mehmet Emîn Aktar raportên medyayê derew derdixe ku dibêjin, wezareta dadê qayil bûye ku bihêle awuqatekî Kurd serdana Girava Îmrali’yê bike û ligel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bipeyîve. Hiqûqzanê Kurd dibêje, ew hazir in ku wekî heyetekê herin Îmralîyê û ligel birêz Ocalan hevdîtinê bikin.
Birêz Aktar herwiha dibêje, tevî ku îro cejn be jî, jiber rewşa xeter û xemgîn ya greva birçîbûnê, kesek li Dîyarbekirê Eyda Qurbanê pîroz nake.