Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sîyasetvan û nivîskar Îbrahîm Guçlu amadehîyên hikûmeta Tirkîyê ya pêşkêşkirina xizmetên fermî bi zimanênên bilî Tirkî şîrove dike.
Birêz Guçlu dibêje, ev biryar gaveke erênî ye û qonaxa yekê ta perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
Îbrahîm Guçlu herwiha dibêje, divê hebûna Kurdan, wekî netewekî di qanûna bingehîna nû de jî were misoger kirin.