Yeketiya Ewropî daxwazê li Tirkîye dike bi awakê eşkere û transparent reformên qanûna bingehîn cih bi cih bike; reformên ku roja Yekşembî ji layê dengderên Tirkîye ve hatin pejirandin.
Çaverê dihêt kirin guherînên qanûna bingehîn, destûra 30-salî ya Tirkîye pitir li destûrên Ewropî nizîk bike.
Komisyonerê berfireh kirina Yeketiya Ewropî Stefan Fuele roja Duşembî got ku encama dengdana roja Yekşembî nîşê da ku welatiyên Tirkîye pêgiriya reforman in ku maf û azadiyên wan ber bi pêş dibe. Fuele dibêje pêdiviye Tirkîye qanûnan binivîse ji bo cih bi chih kirina reforman û got Yeketiya Ewropî bi nizîk ve çavdêriya amadekariyên Tirkîye dike.
Stefan Fuele her wiha daxwaz li Tirkîye kir bi zûtirîn dem qanûneka nû ya bingehîn amade bike.
Partîya serekî ya opozisyona Tirkîye daxwaz li Kurdan kir dengdanê boykot bikin. Partîya Aştî û Demokrasiyê ragehand ku reformên destûrî, pirsa Kurdî çareser nakin.