Rojnameya Ozgur Gundem'ê, bi sedema ku bi nûçe û wêneyan “propogandaya rêxistinê” dike, ji alîyê Dadgeha Cezayê Giran ya 14’an ya Stenbolê ve biqasî mehekê hate girtin.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de edîtorê rojnameyê Mehmet Gelturan biryara dadgehê dinirxîne.
Birêz Gelturan dibêje, biryar bi tevahî sîyasî ye û dadgehê hîn jî sedema fermî ya biryara girtina rojnameyê negihandîye wan.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.